Android

Android (navê androidê ji peyva yewnanî ya androides tê ku wateya wekê mirovan) pergaleke xebitandinê (sîstemeke xebitandinê) ya mobîlê ye ku li ser bingeha guhertoyek guhêzbar a kernela Linux û nivîsbarê din ên çavkaniya vekirî ye ku di destpêkê de ji bo amûrên sivikên wekî telefonên destan û tabletan hatiye çêkirin. Android pergala xebatê ya komputerê ye ku li seranserê cîhanê pergala xebitandinê ya herî zêde ye ku tê bikar anîn. Ji cotmeha sala 2024an ve Android ji %45 ji bazara pergala xebitandinê ya gerdûnî vedigire û li piştê androidê ji %26 Windows bazara gerdûnî ya pergala xebitandinê vedigire. Android di dîrokê de ji aliyê konsorsiyomeke pêşdebiran ve hatiye pêşve xistin ku wekî Hevbendiya Destana Vekirî tê zanîn lê guhertoya sîstemê ya ku herî zêde tê bikar anîn di serî de ji aliyê Google ve hatiye pêşve xistin. Sîstema xebatandinê di meha mijdara sala 2007an de hatiye ragihandin û yekem telefona Androidê ya bazirganî HTC Dream e ku di îlona 2008an de hatiye ragihandin.


Developed by StudentB