Komor (bi komorî قمر Komori, bi fransî Comores [kɔˈmɔːʀ]; ji sala 2001an pê ve navê xwe yê fermî: Yekîtiya Komoran) welateke federal a ku ji giravên di Okyanûsa Hindî de pêk te ye. Li bakûrê Kanala Mosambîkê di nava Mosambîk û Madagaskar disekine. Tevli hinek giravên biçûk sê giravên Arkîpela Komoran lê girêda ne, navê wan jî giravan Grande Comore (Njazidja), Anjouan (Nzwani), Mohéli (Mwali). Girava çaremîn a bi navê Mayotte ya Fransa ye lê Yekbûna Komoran hewl didin ku giravê ji xwe re bistînin. Komoran di sala 1975an de serxwebûna xwe ji Fransayê îlankir û ji wê demê pê ve gelek darbe li dewletê pêk hatine. Nêzî 614'000 kes li wir dijîn û nifûsa dewletê ji efrîkiyên rojhilat û ji ereban pêk tê. Gelhe bi giranî misliman in. Dewletê navê xwe ji gotina erebî Cizir el-Qemer (جزر القمر) hilgirtiye û ev nav tê maneya 'Giravên Heyvê'.
Developed by StudentB