Zanist an jî zanyarî bi awayekî giştgir tevahiya wê zanîna îroyî yan ya demekê dî yê mirovî vedigire ko bi şêwazên weha bidest hatiye ko dikarin bihên selmandin û îspatkirin.
Bi awayekê nemazeyî û bertesik, zanist ew dozen anko sîstema bidestanîna zanînê ye ko li ser bingehê ezmûnbaweriyê û empîrîzmê, ceribandinan û ezmûnan, û xweristbaweriyeka (naturalîzm) şêwaznasane bidest hatibe. Zanîn ku em bahse wê bikin, divê ku em ta destpêka mirovatiyê herin. Bi taybetî, zanîna me, em ji demên şariştaniyê û pêde, bi pergalî tênin ser ziman. Di demên ku weke dema aqil jî, ev tên hesibandin. Lê di dema ku bahse zanîn û têgihiştina di hundirê wê de tê kirin jî, pirr zêde, dîroke wê dihê dirêj kirin. Ev dîrok, di mejiyê mirov de, di dema ku mirov bidest aqil kirinê kir û êdî hizirkirina wî pêşket, dihêne ser ziman. Aqil ji dema sumeriyan destpêka wê pirr mazin pêşketiya, Di wê demê de, ku weke demeka şariştanî jî ya, aqilê bi pergal heya û di temen û rengê mitolojiyê de tê ser ziman. Lê di dema sumeriyan de, nivîsên bizmarî hena ku hatina nivîsandin. Bi wan nivîsên bizmarî, jiyane, bawerî, hizir û têgihiştinên xwe bi têgihiştinî nivîsandina. Dema sumeriyan, weke dema pêşî ku têde tîp hatina kifşkirin û bi wan nivîsandin pêşketiya. Dema sumeriyan, weke destpêka wê nivîsandina mirovatiya jî tê dîtin. Care pêşî, wan nivîsandiya. Wan bidest nivîsandînê kiriya. Piştî wan re, êdî demên weke demên şariştanî, wê zûtir pêş bikevin. Ji ber ku sumeriyan bi kifşkirina tîpan û bidestkirin, êdî ew nivîsandinên wan bûna temenê pêşketinên piştre.
Li ber Dîcle û Firatê şaristaniyên gutî, Hurî û mitaniyan pêşketin.[1] Wan jî, gelek demên pêşketinê buhurandin. Aqilê wan mazin pêşketibû. Di nivîsandin. Gutî, hurrî û mîtaniyan, di demên xwe yên pêşketî de bidest bikarhanîna çerm jî kiribûn. Ev wê heta dema Mediya jî wisa were.